ÊRIŞA LI DIJÎ BAROYA WANÊ
Tarih: 7.10.2014 23:00:00| Okunma Sayısı: 3410

ÊRIŞA LI DIJÎ BAROYA WANÊ

 

Parêzerên Baroya Wanê bi armanca Piştgiriya Kobaniyê, roja 08.10.2014’an xwestine bi cûbeyên xwe heta parqa 500 metro dûrî edliyê meşeke aştiyane li dar bixin. Lê hê di devê deriyê edliyê de rastî astengiya polîsan hatine û li hemberî israra meşê, parêzer vê carê rastî êrîşa fîzîkî yên polîsan hatine.

 

Digel ku ‘Mafê Hevcivîn û Meşên Xwepêşandanî’ him bi makezagonê û him jî bi Peymana Mafên Mirovan tê parastin, dewleta ku diviya bû bikaranîna vî mafî bipareze berevajî vê bi êrişên fîzîkî bikaranîna vî mafî asteng kiriye û ev jî di warê demoqrasiyê de cihê şermê ye. Digel ku heta îro, bi dehan caran astengkirina ‘Mafê Hevcivîn û Meşên Xwepêşendanî’ li hafa DMME (Dadgeha Mafên Mirovan ên Ewropayê) bûye mijara binpê kirinê, mixabin ku Tirkiye hê jî zagona 2911. a ‘Mafê Hevcivîn û Meşên Xwepêşendanî’ li gor feraseta DMME’yê saz nekiriye. Ji lowma para Saziya Zagonsaz jî di vê êrişê de heye. Li hemberî vê erişê, wek Baroya Batmanê em piştgiriyê didin Baroya Wanê.

28.03.2024
AV. ERKAN ŞENSES
BARO BAŞKANI

BARO LEVHASI


© Web sitesi hizmeti Türkiye Barolar Birliği tarafından verilmektedir.