PANELA LI SER “HELBESTA CEGERXWÎN” HAT LIDARXISTIN
Tarih: 24.10.2023| Okunma Sayısı: 271

Di 22ê mehê de li Baroya me bi hevkariya Şaxa Batmanê ya Egîtîm-Senê û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê bi minasebeta bîranîna salvegera koça dawî ya helbestvanê kurd Cegerxwîn, li ser “Helbesta Cegerxwîn” panelek hate lidarxistin.

Panel li Baroya Batmanê 22ê cotmehê di saet 19:00an de dest pê kir û di saet 21.30an de bi dawî bû. Di serî de moderator Şînda Ayazgun behsa heyata helbestvanê kurd Cegerxwînî kir.

Piştre di panelê de helbestvan Berken Bereh li ser “Rengvedana Evînê di Helbesta Cegerxwîn de”, zimannas û lêkoler Mîkaîl Bilbil li ser “Mîmarî û Îqtîdar di Helbesta Cegerxwîn de”, û lêkoler Feyzullah Arslan li ser “Rengvedana Serdestî û Bindestiyê di Helbesta Cegerxwîn de” gotarekê pêşkêş kir.

Çalakî bi beşdariyeke mezin a beşdaran pêk hat. Û di dawiya panelê de çend helbestên Cegerxwîn hate xwendin û bi santurê çend muzîk hate pêşkêşkirin.

 

03.05.2024
AV. ERKAN ŞENSES
BARO BAŞKANI

BARO LEVHASI


© Web sitesi hizmeti Türkiye Barolar Birliği tarafından verilmektedir.