BI MINASEBETA 21Ê SIBATÊ PANELEK HATE LIDARXISTIN
Tarih: 18.02.2024| Okunma Sayısı: 159

 

Bi minasebeta 21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanî me paneleke li dar xist.

Panela me ya bi navê “Statû û Perwerdehîya Bi Zimanê Kurdî” li Salona Prz. Tahîr Elçî ya Baroya Batmanê di 13.30an de dest pê kir û di 15.30an de bi dawî bû. Panel bi hevkarîya Şaxa Batmanê ya Komeleya Nûbiharê, Şaxa Batmanê ya Egîtîm-Senê, ARÎ-DER û Komeleya Ehmedê Xanê hate lidarxistin.

Moderator Nuh Bozkur behsa dîroka 21ê Sibatê kir ku çawa bûye Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanî û panelîstan bi beşdaran da nasîn.

Panelîst Resûl Geyîk di bernameyê de behsa proseya derketina kovara Hawarê, cihê kovara Hawarê li ser ronakbîrîya kurdan û rê û metodên ku ji bo xilaskirina zimanan hatine tetbîqkirin, guherîna alfabeya kurdî, muhîmîyamuhafezekirina zimanê zikmakî, cihê tercime û kulturê ya di parastina zimanê zikmakî de kir.

Panelîst Fatma Budak Guler behsa mijara Jin û Ziman, rola jinan ya di hînkirina zimanê dayîkê de herwiha muhîmîyaperwerdehîya bi zimanê zikmakî ya li ser geşedana zarokan û ji alîyê psîkolojîk ve muhîmîya zimanê zikmakî kir.

Di xeberdana panelîst Mela Silêman Kurşundebehsa zimanê dayîkê yê di çavkanîyên dînî de û nêrînên Îslamî ya li ser parastina zimanê dayîkê û cihê medreseyên kurdan ya di parastina zimanî de û rola pêşketin û muhîmîya berhemên klasîk a di parastina zimanê kurdî de jî ji sernavên pêşderketî bûn.

Di panelê de daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehîyê anîn ziman. Di dawîya panelê de ji beşdaran çend pirs hatin girtin û ji alîyê panelîstan ve hate cewabdayîn.

KOMÎSYONA ZIMANÊ KURDÎ YA BAROYA BATMANÊ

29.04.2024
AV. ERKAN ŞENSES
BARO BAŞKANI

BARO LEVHASI


© Web sitesi hizmeti Türkiye Barolar Birliği tarafından verilmektedir.