ŞANOYA “BÛKA LEKΔ HATE NÎŞANDAN
Tarih: 27.02.2024| Okunma Sayısı: 182

Bi minasebeta 21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanî me bernameya şanoyê li dar xist.

Şanoya bi kurdî ya bi navê “Bûka Lekî” di 23ê sibatê ya 2024an de li Salona Prz. Tahîr Elçî ya Baroya Batmanê di saet 19.30an de dest pê kir û di 20.45an de bi dawî bû. Lîstika “Bûka Lekî” ya bi derhênerîya Mîrza Metîn, ji alîyê şanogerên Şermola Performansê Pelda Bal, Ronî Dildar û Leyla Devecî ve hat lîstin.

Çîroka vê lîstikê behsa zilamekî piştî trawmaya leşkerîyê ji jiyana xwe ya rastî dûrketî, jineke ku ji ber evîna zilamî ji jîyana rastî dûrketî, jineke lal û bûkeke bêcan, bêruh û lek, yanî mankeneke plastîk ku her tişt li derdora wê diqewimin dike. Fikra vê berhemê ji çîroka Sadiq Hîdayet ya bi navê “Bebika li pişt perdê” hatîye wegirtin.

Di dawîya şanoyê de ji alîyê koordînatorê Komîsyona Zimanê Kurdî Prz. Sabîh Ozer ve ji lîstikvanan re spasî hate kirin û desteka me ya ji bo şanoya kurdî û şanogerên kurd hate îfadekirin.

KOMÎSYONA ZIMANÊ KURDÎ YA BAROYA BATMANÊ

29.04.2024
AV. ERKAN ŞENSES
BARO BAŞKANI

BARO LEVHASI


© Web sitesi hizmeti Türkiye Barolar Birliği tarafından verilmektedir.