BERNAMEYA DENGBÊJÎYÊ HATE LİDARXİSTİN

 

Di 10ê sibatê ya 2024ê de Komîsyona me ya Zimanê Kurdî bi hevkarîya ARÎ-DER, Şaxa Batmanê ya Egîtîm-Senê, Navenda Çandê ya Biharê (BKM), û Yenî Sahneyê li Salona Prz. Tahîr Elçî ya Baroyê bi navê “Bûyer û Çîrokên Herêma Xerzanê” bernameyeke dengbêjîyê li dar xist.

Çîrokbêj Ayhan Erkmen, çîroka Evdalê Zeynikê, Mihemedê Eliyê Ûnis, Derwêşê Evdî û Bextê Emerê Huso jî tê de çendîn çîrokan got û dengbêj Salihê Qubînî tevî mey û santûrê kilamên dengbêjîyê got. Bername eleqeyeke mezin girt û ji saet 07.00an heya 09.15ê dewam kir. Di dawîya bernameyê de Ayhan Erkmen ji bo xwîneran kitêba xwe ya bi navê "Çîrokên Serhedê" îmze kir.