BI NIVÎSKAR SÎDAR JÎR RE GOTÛBÊJEK HATE LIDARXISTIN

 

Di heftîya21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanî de 17ê Sibatê roja şemîyê me li Yenî Sahneyê bi nivîskar Sîdar Jîr re bernameya gotûbejê li dar xist. Bernameya Komîsyona me bi hevkarîya Yenî Sahne, Şaxa Batmanê ya Egîtîm-Senê û Weşanên Zîz hate lidarxistin.

Di bernameyê de nivîskar behsa nivîsîna romana xwe ya “Duşema Rengîn”, kurteçîroka xwe û piştzemîna çîrokê kir.Ji beşdaran pirsên di derbarê kitêbên nivîskarî de jê hatin pirsîn û xwîner fikrên xwe yên derbarê kitêbê de îfade kirin. Nivîskar Aydin Uneşî û Berken Bereh jî tevlî bernameyê bûn û nêrînên xwe anîn ziman.

Nivîskar ji weşangêrîya kurdî û rewşa xwîner û nivîskarîya kurdî jî behs kir.

KOMÎSYONA ZIMANÊ KURDÎ YA BAROYA BATMANÊ