ATOLYEYA ZIMANÊ KURDÎ DEST PÊ KIR

Di 28ê sibata 2024ê de ji bo Dereceya Yekem atolyeyazimanê kurdî hate destpêkirin. Kesên tevlîbûyî wê perwerdehîya zimanê kurdî werbigirin. Di perwerdehiyê wê ji bo hînbûn û pêşxistina xeberdan û nivîsîna zimanê kurdî perwerdehî tê dayîn.

Atolye ji alîyê Komîsyona Zimanê Kurdî ve tê birêvebirin. Rêvebirîya Komîsyonê ji bo pîştgirîyê tevlî perwerdehîyê bû.

Bi hînbûna kurdî wê parêzerên me karibin bi xwespêrên xwe re bi awayekî çêtir têkilîyê deynin û wê sîstema darazê bi awayekî adiltir were birêvebirin. Tê hêvikirin ku bi netîceya vê perwerdehiyê, têkiliya di navbera parêzerên li Batmanê û xwespêrên wan de xurttir bibe.

Wê di dawîya kursê de ji kesên tevlîbûyî re belgeyekê jî were dayîn.

Em ji bo temamê beşdaran serkeftinê hêvî dikin!