Hızlı Erişim

Menü

DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

28.11.2014
1781
  

DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

 

 Roja 27.11.2014’an li navenda Gevera Colemêrgê, wesayîta parêzerê ji baroya Colemêrgê Firat Ike û parêzerê ji baroya Wanê Uğur Yaşar ji hêla polîsan ve hatiye sekinandin. Digel ku parêzeran nasnameya xwe ya parêzertiyê şanî polîsan xistine jî dîsa jî parêzer rastî êrişa polîsan hatine.

 Hempîşeyiyên me bi berepaşkî hatine destbend kirin, bi darê zorê li wesayîta polîsan hatine siwar kirin û ew birine TEM’a Geverê. Ji wir jî dîsa bi heman awayî (berepaşkî) destbendkirî ji bo sehêtiya tendûristiyê ew birine nexweşxaneyê. Di kêlika muayeneyê jî destên wan venekirine.

 

Ev êriş, berî ku Pakêta Ewlehiya Hundirîn bibe zagon, di derheq helwestên polîsan ên piştî ku pakêt bibe zagon de peyamên xirab dide civakê ku wê tiştên nebaş biqewimin.  

 

Parêzer, ji xwezaya pîşeyê xwe, divê li dijî êrişên serdestan û yên hêzên serbaz werin parastin. Ev mijar ne cihêwazî lê ji bo parêzer karibe karê xwe bike şertek e.

 Dîmenê hempîşeyiyê me yê piştî êrişê, bi me dide xuya kirin ku polîs çawa wêrekî ji ‘zirxa bêcezatiyê’ standiye. Ev jî dîsa bi me hemûyan dide xuya kirin ku dewlet bi awayekî çiqas lezgînî ji dewleta huquqê vedigûhêre dewleta polîsiyê.

 Em wek Baroya Batmanê vê êrîşê bi tûndî şermezar dikin.

 Daxwaza Baroya Batmanê ew e ku Serdozgerê Geverê di derheq vê êrişê de lêpirsîneke bêalî û bilez veke û bike ku kiryarên vê êrişê werin darizandin 

Birêzdarî…

 

Serektiya Baroya Batmanê  

 

Ruhsat Alanlar

Aramıza katılan meslektaşımıza başarılar dileriz.

Yaklaşan Etkinlikler

Katılabileceğiniz yaklaşan etkinlik bulunmamaktadır!

Aramızdan Ayrılanlar

Rahmetle anıyoruz

Avukat
Av. Bülent KILINÇ

31.03.2025

Avukat
Av. Serdar Atalay

6.11.2021

Avukat
Av. Emre TUNÇ

8.05.2021

Avukat
Av. Süleyman KAYA

18.04.2017

Avukat
Av. Veysi ARI

3.05.2012

Avukat
Av. Sedat ÖZEVİN

1.08.2010

Avukat
Av. Zekeriya AYDIN

5.02.2010