‘NAVNÎŞAN’ LI BAROYA BATMANÊ HAT NİŞANDAN!
Komîsyona Zimanê Kurdî Ya Baroya Batmanê, 14ê Mijdara 2022an de li Eywana Parêzer Tahir Elçi Ya Baroya Batmanê nîşandana kurtefîlmê ‘Navnişan’ê pêk anî.
Ji bo nîşandanê gellek parêzer û hûnerhezên Batmanî eywana Baroyê tijî kirin.
Piştî nîşandana kurtefîlmê, derhener Aram Dildar çîroka kişandina filme vegot û bi mêvanan re hevpeyvînekê kir.
Di dawiya bernameyê de Serokê Baroya Batmanê Parêzer Erkan Şenses’ Aram Dildar, lîstikvan û kedkarên filmê pîroz kir û plaketekî ji bo spasiya nîşandana fîlmê pêşkeşî Aram Dildar kir.
